Li Iraqê dijî DEAŞê operasyona bejayê dan destpêkirin

Li Iraqê dijî DEAŞê operasyona bejayê dan destpêkirin

 Hat ragihandin ku artêşa Iraqê û Pêşmergeyan li herêmên navbera wilayetên Diyala û Silêmaniyê dijî DEAŞa rêxistina terorê bi hev ra operasyona bejayê da destpêkirin.

Tûxaya 52yem a girêdayî artêşa Iraqê û Yekîneya Pêşmergeyan a 144em ji çend aliyan va dijî devera çiyayî ya bajaroka Zinaneyê ya li ser Kifriya navçeya Silêmaniyê operasyon da destpêkirin.

Operasyon serê sibê hat kirin û hat gotin ku gelek muhîmatên rêxistinê hatin bidestxistin û hin tunel hatin tesbîtkirin.

Li gor nûçeyên medyaya herêmî, Îtalyaya ku di nav koalîsyona dijî DEAŞê da ye jî bi balafirên şer va piştgirî da operasyona bejayê.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE