Li Iraqê "ebayê Necefê" yê kevnare 200 sal e bi destan tê çêkirin

Li Iraqê ji vî ebayê kevnare ra "ebayê Ereban" jî tê gotin û ji hiriya pez tê çêkirin. Taybetiya herî girîng a ebayê Necefê jî ew e ku bêyî makîneya dirûnê bi temamî destan tê çêkirin.

Li Iraqê "ebayê Necefê" yê kevnare 200 sal e bi destan tê çêkirin

Li Necefa bajarê Iraqê "ebayê Necefê" 200 sal e li atolyeyan bi destan tê çêkirin.

Li Iraqê ji vî ebayê kevnare ra "ebayê Ereban" jî tê gotin û ji hiriya pez tê çêkirin. Taybetiya herî girîng a ebayê Necefê jî ew e ku bêyî makîneya dirûnê bi temamî destan tê çêkirin.

Ebayên ku li Necefê tên çêkirin, ne tenê li Iraqê li welatên Kendavê jî tên firotin.

Li Necefê xwediyê atolyeyeke ebayan Hecî Yaqûb Kazim got ku nêzî 35 salan e ew bi xwe di nava vî karî da ye.

Kazim daxuyandî, dema Şerê Iraq-Îranê wî 8 salan eskerî kir, di 1988an da piştî kutakirina wezîfeya xwe ya eskeriyê wî dest bi karê mîrateya bavê xwe kir.

Kazim diyar kir, eba bi keda destan tê çêkirin û karekî zehmet e û wiha dewam kir, "Ebayê ku em ji hiriyê çêdikin, cil û bergekî dîrokî ye. Li gor rîwayetan ev pîşe ji dewra Şît Pêxember maye. Kalikê min ev pîşe hînî bavê min kiriye, bavê min jî ji min ra hişt."

Seyîd Cefer Ceferiyê ku di atolyeyê da wekî hoste dixebite jî diyar kir ku eba cil û bergekî dîrokî ye û wiha dewam kir, "Li gor rîwayetan eba ji dewra Sumeran hatiye, lê tê zanîn ku ebayê Ereban di eslê xwe da li Nîvegirava Ereban hatiye dîtin. Di dewra Pêxemberê me Hezretî Mihemed û ehlê beyta wî da jî eba navdar bûbû."

Ceferî bal kişand ser ebayê Necefê û wiha dewam kir, "Li Necefê çêkirina eba heta 200 sal berê diçe. Li vê derê 6-7 atolyeyên çêkirina eba hene. Ji Erebistana Siûdî, Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb û Kuweytê gelek kes eleqeyê nîşan ebayên ku li vê derê tên çêkirin didin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE