Li Iraqê ji bo hilbijartina berwext dengdayînê dest pê kir.
Dengdayîn wê di saet 18.00î da dawî bibe.
Hêzên ewlehiyê ji bo ewlehiya der û dora navendên hilbijartinê tevdîrên berfireh dîtin.
Ji bo ketina hundirê navendên hilbijartinê berikên telefonê yên hilbijêran hat qedexekirin.
Balafirgeh û deriyên sînor heta hilbijartin dawî bibe wê girtî bimînin.
Li welatê ku nifusa wê 40 milyon e ji 24 milyonî zêdetir hilbijêr hene.
Di vê hilbijartinê da ji bo meclisa ku lê 329 sandalye hene wê 3 hezar û 249 namzed pêşbirkê bikin.
Li Iraqê 877 çavdêrên biyanî wê hilbijartinê bişopînin.
Tê texmînkirin ku Komîsertiya Hilbijartinê ya Bilind a Iraqê di nav 24 saetan da encamên hilbijartinê eşkere bike.
Di cotmeha 2019an da dijî hikûmetê xwepêşandanên mezin çêbûbûn ku ev hilbijartin piştî wan xwepêşandanan hilbijartina giştî ya berwetx a ewil e ku çêdibe.
AA