Li Iraqê hejmara miriyan gihîşte 74an

Di nav 3 rojan da hejmara kesên di xwepêşandanên dijî hikûmetê da mirin gihîşte 74an

Li Iraqê hejmara miriyan gihîşte 74an

Li Iraqê di nav 3 rojan da hejmara kesên di xwepêşandanên dijî hikûmetê da mirin gihîşte 74an.

Di daxuyaniya nivîskî ya Komîseriya Mafên Mirovan a girêdayî Parlamentoya Iraqê da hat gotin di xwepêşandanên li Bexda û bajarên başûr tên kirin da, di nav 3 rojan da hejmara miriyan gihîşt 74an.

Hat daxuyandin xwepêşandêr û hêzên ewlehiyê jî di nav da hejmara birîndaran jî gihîşte 3654an.

Komîsertiyê got hêzên ewlehiyê li Meysan, li Zîkar, li Basra û li Bexdayê ji bo ku xwepêşandêr belav bibin xaza rondikrêj û bombeya deng bi kar tînin.

Ji bilî vê li bajarên Basra, Zîkar û Babilê 153 kes hatin binçavkirin ji van 123 kes hatin berdan.

Di daxuyaniyê da hat gotin 90 avahiyên taybet û yên kamuyê jî hatin tehrîbkirin.

Li Iraqê hin herêman ji bo protestokirina bêkarî, gendelî û kêmasiya xizmetên qamûyê xwepêşandan tên lidarxistin. Çalakvanên ku ji 1êCotmehê dest bi xwepêşandanan kiribûn, ji ber merasimên Erbaînê navber dabûn, lê roja înê dîsa dest bi xwepêşandanan kirin. Paytext Bexda di serî da di çalakiyên ku li bajarên li başûr û naverasta welêt belav bûn da ji serê cotmehê vir va nêzîkî 200 kesî mirov hatin kuştin, qasî 8 hezar kes jî birîndar bûn.

AA

Dîroka nûkirinê: 30 Cotmeh 2019, 17:13
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE