Li Iraqê hejmara miriyan zêde dibe

Hejmara kesên ku xeniqîn derket 16an

Li Iraqê hejmara miriyan zêde dibe

Hat ragihandin ku li Iraqê piştî taviya şiliyê ya ku 2 roj e dibare lehî rabû û hejmara kesên ku di lehiyê da xeniqîn derket 16an.

Berdevkê Wezareta Tenduristiyê Seyf el-Bedr daxuiyaniya nivîskî da û diyar kir, di lehiya ku li bajarê Wasitê piştî taviyê rabû da 6 kes mirin.

Di lehiya ku 2 roj in li bajêr rabûye da hejmara kesên ku mirin derket 16an.

Wezareta Tenduristiyê pêr daxuyandibû ku li bajarê Selaheddînê 5, li Zî Qarê 2, li Besrayê 1, li Meysanê 1 û li bajarê Wasitê kesek mir.

Tê payîn ku barana gef û gur îro jî dewam bike.

Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî berî niha daxuyandibû ku Şirgata navçeya Selaheddînê di serî da ew geşedanên Selaheddîn û Mûsilê ji nêz va dişopîne.

Ebdulmehdî diyar kiribû ku ji bo ku alîkarî demildest bigihêjin herêmê, xesar were tesbîtkirin û can û malê gel were parastin maseya qeyranê hat avakirin.

Dîroka nûkirinê: 25 Mijdar 2018, 10:15
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE