Li Iraqê hikûmet tê avakirin

Di hikûmeta nû de 3 wezîrên Kurdan jî hene

Li Iraqê hikûmet tê avakirin

Di hikûmeta nû de 3 wezîrên Kurdan jî hene

Wezareta Edaletê, ya Penaberiyê û ya Maliyê bû para Kurdan

Li Iraqê kabîneya adîl abdulmehdî eşkere bû. ji 23 wezîran 12 kes teqez bûn. Ji wan wezîran 3 heb bûn para kurdan.

Li Iraqê her ku diçe kabîneya nû ya Adîl Abdulmehdî eşkere dibe.

Wezîrên vê hikûmeta nû wê ji 2018an heya 2024an wezîfê bikin.

Ji niha ve, ji 23 wezîran 12 kes eşkere bûn.

Di vê kabîneya nû de li ser navê Herêma Kurdistana İraqê 3 wezîr hene.

Li gorî vê, Xalid El-Şawanî bû Wezîrê Edaletê, Viyan Daxil bû Wezîra Penaberiyê û Fuad Hussein jî bû Wezîrê Maliyê.

Piştî ku hikûmeta nû ji Meclisê baweriya xwe bistîne wê dest bi kar bike.

Dîroka nûkirinê: 25 Cotmeh 2018, 10:33
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE