Li Iraqê ji ber endamtiya DEAŞê cezayê îdamê xwar

Li Iraqê Fransiyekî din jî ji ber endamtiya DEAŞê cezayê îdamê xwar

Li Iraqê ji ber endamtiya DEAŞê cezayê îdamê xwar

Li Iraqê kesekî ku eslê xwe ji Fransayê ye û ji ber endamtiya DEAŞa rêxistina terorê tê sûcdarkirin cezayê îdamê xwar.

Li gor agahiya ku ji çavkaniyên darazê hat hildan, Mehkemeya Ceza ya Bexdayê ku hefteya borî ji ber heman sûcdariyê cezayê îdamê da 7 welatiyên Fransayê, îro cezayê îdamê da Fazil Tahirê 32 salî û welatiyê Fransayê jî.

Tahirê welatiyê Fransayê çend meh berê ji bo ku were darizandin ji Sûriyeyê teslîmî Iraqê kirine. 

Bi vê biryarê va di nav hefteyekê da 8 Fransiyan cezayê îdamê xwar.

Li Iraqê pisporê asayîşê Fazil Ebûraxib daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku mehkemeyê li gor qanûna têkoşîna terorê ev biryar da û dikarin di nav mehekê da bibin temyîzê.

12 kesên ku eslê xwe ji Fransayê ne  û di sefên DEAŞê da cih girtine, 4 meh berê ji Sûriyeyê teslîmî Iraqê kirine.AA

Dîroka nûkirinê: 03 Hezîran 2019, 10:34
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE