Li Iraqê ji ber koronavîrusê mirina sêyem

Hat eşkerekirin ku li Iraqê bi sedema cureya nû ya koronavîrusê mirina sêyem rûda.

Li Iraqê ji ber koronavîrusê mirina sêyem

Hat eşkerekirin ku li Iraqê bi sedema cureya nû ya koronavîrusê (Kovîd-19) mirina sêyem rûda.

Berdevkê Wezareta Tendirustî û Jîngehê Seyf el-Bedir di daxuyaniya xwe ya nivîskî de ragihand ku li Bexdaya paytext kesekî 65 salî yê pêketiyê Kovîd-19ê canê xwe ji dest da.

Hatibû ragihandin ku yekemîn mirina ji ber koronayê îro li bajarê Silêmaniyê çêbûye. Piştre jî li Bexdayê jineke pêketiya koronavîrusê canê xwe ji dest dabû.

Bi van re hejmara kesên ku li wî welatî ji ber koronavîrusê canê xwe ji dest dan gihiş 3yan.

Dîroka nûkirinê: 05 Adar 2020, 17:40
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE