Li Iraqê ji bo wezîrtiyê serîlêdana 36 hezar kesî

9 hezar û 317 kesên serîlêdan kirin xwediyê şert û mercên ji bo wezîrtiyê ne.

Li Iraqê ji bo wezîrtiyê serîlêdana 36 hezar kesî

 Li Iraqê ji bo di hikûmeta teze da bibin wezîr 36 hezar kesî serîlêdan kir.

Di daxuyaniya ofêsa Adil Ebdilmehdiyê ji bo avakirina hikûmeta teze hat wezîfedarkirin da hat diyarkirin ku hejmara kesên ji bo bibin wezîr ser înternetê serî lê xistin gihîşt 36 hezaran, ji wan 9 hezar û 317 kes xwediyê şert û mercên wezîrtiyê ne.

Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku ji sedî 97ê wan kesan endamê tu partiyekê nînin, ji sedî 15ê wan kesan ji jinan pêk tê, ji sedî 23yê wana perwerdeya bilind dîtine.

Ebdilmehdiyê ji bo li Iraqê hikûmetê ava bike hatibû wezîfedarkirin roja duşemê diyar kiribû ku kesên dixwazin bibin wezîr dikarin ser înternetê serî lê bixin.

Ofêsa Ebdilmedî di daxuyaniya xwe da wiha got: "Ji bo jin û mêr hemû welatiyên ku difikirin ji bo wezîrtiyê xwediyê hemû şert û mercan e deriyê namzediya pozîsyonên payebilind ên wekî wezîrtiyê vekirî ye."

Berhem Salihê Serokomarê Iraqê yê ku bi destê Meclisa Iraqê hatibû hilbijartin di 2yê cotmehê da wezîfeya avakirina hikûmetê dabû Adil Ebdilmehdî.

Dibê Ebdilmehdî di nav mehekê da hikûmetê ava bike.

Dema serîlêdanê îro êvarê bi dawî dibe.

Dîroka nûkirinê: 11 Cotmeh 2018, 11:32
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE