Li Iraqê ji komegorê berateyên cesedên 143 kesan hatin derxistin

Li Iraqê ji komegorê berateyên cesedên 143 kesan hatin derxistin

Li bakurê Iraqê li parêzgeha Nînovayê, berateyên cesedên 143 kesan hatin dîtin ku di serdema serweriya rêxistina terorê DEAŞê (2014-2017) da hatine kuştin.

Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Midûriyeta Parastina Sivîlên Nînovayê, li bajarê Mûsilê yê navenda parêzgehê li herêma Er-Rifaiyê komegorek hat dîtin.

Ekîbên parastina sivîlan ji komegorê berateyên cesedên 143 kesan derxistin. Hat diyarkirin, cesed bo Saziya Tiba Edlî hatin radestkirin.

Tê texmînkirin, di komegorên li Iraqê da berateyên cesedên bi qasî 6 û 12 hezar kesî hene.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE