Midûriya Tenduristiyê ya Kerbelayê daxuyand, kesekî din jî ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) mir û jimara kesên ku ji şewbê mirin derket 8an.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya ku ji Midûriya Tenduristiyê ya Bajarê Kerbelayê hat dayîn, kesekî 68 salî ku ji ber zêdebûna agir rakirin nexweşxaneyê, mir.
Bi mirina vî kesê dawî va li welêt jimara kesên ku ji vîrusa koronayê mirin derket 8an.
Rêvebiriya Bexdayê ji ber şewba Kovîd-19ê di meha sibatê da ji Îranê hatina rêwiyan qedexe kiribû. Her wiha Iraqê ji bilî heyetên fermî û dîplomatîk ji Îran, Çîn, Japonya, Koreya Başûr, Tayland, Sîngapur, Îtalya, Kuweyt, Behreyn, Fransa û Spaniyayê hatin û çûyîna rêwiyan qedexe kiribû.
AA