Li Diyalaya bajarê Iraqê jinek welidî û heft zarok anîn.
Daîreya Tenduristiyê ya Diyalayê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got jinek welidî, jê 6 qîz û yek jî kur heft dergûş anîn dinyayê.
Hat gotin jinik li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Betulê bê sezeryan welidî.
Di daxuyaniyê da hat gotin li Iraqê heta niha tu kesê di carekê da heft zarok neanîne.AA