Li Iraqê kabîneya Kazimî ya ji 22 kesan pêk tê 15 wezîran raya pêbaweriyê hilda

Li meclisê ji bo kabîneya Mistefa el Kazimî ya ku ji 22 kesan pêk tê ray hatin dayîn. 15 wezîran raya pêbaweriyê hilda, 5 wezîr nehatin qebûlkirin û ji bo 2 wezaretan jî raydayîn hat taloqkirin.

Li Iraqê kabîneya Kazimî ya ji 22 kesan pêk tê 15 wezîran raya pêbaweriyê hilda

Li Iraqê kabîneya Mistefa el Kazimî ya ku ji 22 kesan pêk tê 15 wezîran raya pêbaweriyê hilda û kabîne li Meclisê hat qebûlkirin.

Li meclisê ji bo kabîneya Mistefa el Kazimî ya ku ji 22 kesan pêk tê ray hatin dayîn. 15 wezîran raya pêbaweriyê hilda, 5 wezîr nehatin qebûlkirin û ji bo 2 wezaretan jî raydayîn hat taloqkirin.

Di kabîneyê da Cuma Îmad ji bo Wezareta Parastinê, Sererkan Osman el Xenimî ji bo Wezareta Karên Navxweyî, Elî Ebdulemîr Elawî ji bo Wezareta Darayiyê, Xalid Necîm ji bo Wezareta Plansaziyê, Nazenîn Mihemed ji bo Wezareta Îskan û Îmarê, Adnan Dîrcal ji bo Wezareta Werziş û Ciwaniyê, Elî Hemdî ji bo Wezareta Perwerdeyê, Nasir Huseyîn ji bo Wezareta Gihandinê, Erkan Şahab ji bo Wezareta Ragihandinê, Adil Haşşuş ji bo Wezareta Xebat û Karên Civakî, Elî Mehdî Reşîd ji bo Wezareta Çavkaniyên Avê, Menhel Ezîz jî ji bo Wezareta Pîşesaziyê hatin hilbijartin.

Di kabîneya nû da ji bo Wezaretên Edalet, Koç û Koçberan, Çandinî, Bazirganî û Çandê navên ku hatin pêşniyazkirin nehatin qebûlkirin.

Ji bo Wezaretên Karên Derva û Neftê jî ji ber ku namzed hê nehatine eşkerekirin hilbijartina wan jî hat taloqkirin.

Serokwezîr Kazimî û 15 wezîrên hatin hilbijartin li meclisê sond xwarin û dest bi wezîfeya xwe kirin.

Ji bo hilbijartina 7 wezîrên din jî li Meclisê wê paşê civînek bê kirin.AA

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE