Li Iraqê lehî rabû

Li bajarê Silêmaniyê yê Iraqê ji ber barana gumrah lehî rabû

Li Iraqê lehî rabû

Li bajarê Silêmaniyê yê Iraqê piştî barana gumrah lehî rabû û tesîreke nerênî li jiyanê kir.

Di encama barîna barana gumrah da Pira Deredûyîn ku li ser sînorê bajêr e, bi piranî hilweşiya û di hin pirên din da jî xesar çêbû.

Li hin herêmên bajarê Silêmaniyê ji ber şertên nerênî yên hewayê herwiha dibistan rojekê hatin tetîlkirin.

Herwiha ji ber ku piraniya rêyên sereke di bin avê da man, welatiyan di çûn û hatinê da zehmetî kişand.

Ji ber ku ji duh êvarê vir va barana gumrah dewam dike, ziyaneke mezin gihîşt binesaziya bajêr û herwisa avê da ser hin malan.

Midûrê Meteorolojî û Erdhejê yê Silêmaniyê Aso Kemal di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku ew texmîn dikin, barana gumrah ku duh dest pê kir, dê heya dawiya hefteyê dewam bike.

Kemal bal kişand ku baranê tesîreke nerênî li jiyanê kir û herwiha diyar kir ku li gorî sala çûyî, îsal baran zêdetir dibare.

Dîroka nûkirinê: 28 Adar 2019, 17:33
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE