Li Iraqê li dijî baregeha Amerîkayê êrîşa fuzeyê

Hat ragihandin ku li bakurê paytextê Iraqê Bexdayê li dijî Baregeha Eskerî Taciyê ku eskerên Amerîkayê lê ne, êrîşa fuzeyê hat kirin.

Li Iraqê li dijî baregeha Amerîkayê êrîşa fuzeyê

Di daxuyaniya nivîskî ya Tora Çapemeniya Ewlekariyê ya girêdayî hikûmeta Iraqê da hat destnîşankirin ku li dijî Baregeha Eskerî Taciyê ku eskerên Amerîkayê lê ne, bi 2 fuzeyên katyûşayê va êrîş hat kirin.

Di êrîşa dijî baregeha Taciyê ku hêzên hevpeymanê lê ne da tiştek bi kesî nehat.

Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku hêzên ewlekariyê yên Amerîka û Iraqê der heqê êrîşê da lêpirsîn dan destpêkirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE