Li Iraqê li gorî encamên neteqez ên hilbijartinê Koma Sedrê bû partiya yekem

Li Iraqê li gorî encamên neteqez ên hilbijartinê Koma Sedrê li parlementoyê 73 kursî bi dest xist û bû partiya yekem.

Li Iraqê li gorî encamên neteqez ên hilbijartinê Koma Sedrê bû partiya yekem

Li Iraqê li gorî encamên neteqez ên hilbijartinê Koma Sedrê li parlementoyê 73 kursî bi dest xist û bû partiya yekem.

Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Iraqê, bi pê encamên neteqez ên berahî, Koma Sedrê ji 329 kursiyê parlementoyê 73 bi dest xistin.

Duyemîn koma mezin a parlementoyê Partiya Teqeddumê ku partiyeke sunnî ye û serekê wê Muhemmed Helbûsiyê Serokparlementoyê berê ye, 38 kursî bi dest xistin.

Hevpeymana Dewleta Qanûnê ya bi serektiya Serokwezîrê berê Iraqê Nûrî Malikî jî bi 37 kursiyan bû sêyemîn.

Komîsertiya Bilind a Hilbijartina Iraqê hê encamên teqez ranegihandine.

Li Iraqê ji 2003yan vir de cara 5an hilbijartin hat kirin. Tê gotin ku ji sala 2003yan ve bi ji sedî 41ê beşdariyê hilbijartina herî ku beşdariya wê kêm bû ev bûye.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE