Li nêzîkî Balafirgeha Navneteweyî ya Bexdayê ya li paytextê Iraqê du roket ketin xwarê.
Di daxuyaniya nivîskî ya Hucreya Çapemeniya Ewlekariyê ya Wezareta Parastina Iraqê da hat destnîşankirin ku li nêzîkî Balafirgeha Navneteweyî ya Bexdayê du roketên Katyûşa ketin, di bûyerê da tiştek bi kesî nehat.
Duşema borî jî nêzîkî Balafirgeha Bexdayê di êrîşa bi roket a dijî xaleke eskerî ya ku eskerên Amerîkayê lê ne da 6 mensûbên ewlekariya Iraqê birîndar bûbûn.
AA