Li Iraqê Muqteda es-Sedrê pêşengê Tevgera Sadr bangî karmendan kir ku seba piştgiriya xwepêşandêran greva giştî bikin. Li ser vê bangewaziyê li 4 bajarên başûrê welêt sibê tetîl hat îlankirin.
Sedrê pêşengê siyasî û dînî yê şîe, ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniya nivîskî da û got, "Heke firsend ji dêst here welêt wê winda be. Welatê min ji xebatê girîngtir e." û xwest ku karmendên dewletê roja yekşemê greva giştî bikin.
Sedr diyar kir ku sektora tenduristiyê tevî grevê nîne.
Piştî bangewaziya Sedr, Walîtiya Dîwaniye, Meysan, Zîqar û Babîlê daxuyand ku roja yekşemê hemû saziyên dewletê yên fermî wê tetîl be.
Li Iraqê li çendîn herêman ji bo protestokirina bêkarî, gendelî û kêmasiya xizmetên qamûyê xwepêşandan tên lidarxistin. Çalakvanên ku 1ê cotmehê dest bi xwepêşandanan kiribûn, ji ber merasimên Erbaînê navber dabûn, lê 25ê cotmehê cardin dest bi xwepêşandanan kiribûn.
AA