Li Zikara bajarê Iraqê xwepêşandêran mala 3 parlamenteran şewitandin.
Li gor agahiya çavkaniyên Ewlehiyê li Eş-Şatraya navçeya Zikarê xwepêşandêran ji Koalîsyona "Saîrun"ê mala parlamenter Nacî es-Saîdî, ji Koalîsyona "El Fetih"ê mala Muna el-Gurabî û ji Koalîsyona Dewleta Qanûnê jî mala Zeyneb el Hazrecî şewqitandin.
Di şewatan da kes nemir û birîndar nebû.
Tîmên parastina sivîl şewat vemirandin.
- Xwepêşandanên li Iraqê
Iraqî ji bo protestokirina bêkarî, gendelî û kêmasiya xizmetên kamuyê li cihên cuda yên welêt xwepêşandanan li dar dixe. Xwepêşandêran ji ber merasimên Erbaînê navber dan xwepêşandanên ku di 1ê cotmehê da dest pê kirin û roja înê dîsa dest bi xwepêşandanan kir.
Di serî da paytext Bexda xwepêşandan li aliyên navîn û başûr ên welêt jî belav bûn û ji serê cotmehê vir va di xwepêşandanan da kêm zêde 200 kes hatin kuştin û nêzî 8 hezarî kes jî birîndar bûn.
Neteweyên Yekbûyî jî eşkere kirbû ku di xwepêşandanan da 254 xwepêşandêr mirin.
AA