Li Iraqê mamsoteyan dest bi grevê kir

Li ser banga sendîkayê li gelek bajarên Iraqê mamosteyan dest bi grevê kirin

Li Iraqê mamsoteyan dest bi grevê kir

Li gelek bajarên Iraqê mamosteyan ji ber hinceta hikûmet daxwazên wan qebûl nake 2 roj grev dan destpêkirin.

Endamê Sendîkaya Mamosteyan Yasîn Mihemed ji nûçegihanê AAyê ra wiha daxuyand "Li bajarên cuda mamosteyan guh dan banga sendîkayê û dest bi greveke 2 rojan kirin."

Mihemed got perwerde paşve diçe û reforma mufredatê ya ku tesîrê li ser xwendekaran dike sedemên bingehîn ên grevê ne, lê ji bilî van ji ber ku mamoste wek xebatkarên dewletê yên din xwedî heman mafan nînin û lojmanên wan tune jî grevê dikin.

Mihemed wiha got: "Mamoste dixwazin di dibistanên şertên wan normal in da perwerdeyê bidin. Bi sedan dibistanên ji kerpîçan hatine çêkirin hene. Ji bilî vê ji ber ku dibistan têrê nakin di hin dibistanan da perwerdeya sêbare tê dayîn ku ev jî tesîrê li ser perwerdeya zarokan dike."

AA

Dîroka nûkirinê: 19 Çile 2019, 11:18
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE