Li Iraqê mehkûm dê ji ber Kovîd-19ê dernekevin dîtina rûbirû

Hat ragihandin ku 6 hezar mehkûmên li Girtîgeha Nasiriyeyê ya li Zîqara bajarê Iraqê ji ber vîrusa koronayê (Kovîd-19) ew ê bi malbatên xwe ra li ser têlefonê biaxivin.

Elî Beyatliyê Komîserê Mafên Mirovan ê Iraqê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ji bo pêşiyê li belavbûna Kovîd-19ê bibirin li girtîgehê dîtina rûbirû hat betalkirin.

Beyatlî destnîşan kir ku 6 hezar mehkûmên ji ber terorê cezayê dardakirinê xwarine ew ê bi malbatên xwe ra li ser têlefonê biaxivin, di rojê da hezar mehkûmên ji vî heqî îstifade bikin.

Beyatli got ku cara ewil e tiştekî wiha dikin, ji bo li hemû welêt ev were kirin gavan diavêjin.

Li Iraqê 9 kes ji ber Kovîd-19ê mirin. Li gor daxuyaniyê fermî hejmara nexweşan derkete 92 kesan.

AA

Dîroka nûkirinê: 14 Adar 2020, 13:08
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE