Li Iraqê mizgeft vebûn

Mizgeftên ku di çarçoveya tevdîrên vîrûsa koronayê de girtîbûn dîsa vebûn

Li Iraqê mizgeft vebûn

Li Herêma Kurdan a Iraqê di 6ê adarê de di çarçoveya tevdîrên vîrûsa koronayê de mizgeft hatibûn girtin. Li herêmê mizgeft dîsa vebûn û welatiyan berê xwe da mizgeftan.

Ji ber şewba vîrûsa koronayê li Hêrêma Kurdan a Iraqê mizgeft hatibûn girtin.

Mizgeft zêdetirî mehekî girtî man.

Piştî hejmara nexweşan kêm bû û rewş çêtir bû tevdîr hatin sistkirin.

Mizgeftên ku hatibûn girtin dîsa vebûn.

Gel bi dengê ezanê berê xwe da mizgeftan.

Dema fitarê jî xurme û av belavî welatiyan kirin.

Zarok, ciwan û kal û pîr hemiyan bi hev re nimêj kir.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE