Li Iraqê moşeka katyuşayê avêtin santrala ceyranê

Li Iraqê moşeka katyuşayê avêtin santrala ceyranê

Wezareta Ceyranê ya Iraqê daxuyand santrala ceyranê ya li bakurê welêt rastî êrîşa bimoşek hat.

Li gor daxuyaniya wezaretê, bi moşeka katyuşayê va êrîş li Santrala Termîk ya Selahadînê ya li bajarê Samarrayê hat kirin.

Hat daxuyandin ji ber êrîşê zirareke mezin çêbû.

Tê gotin ev li hemberî santralên ceyranê ên li Iraqê êrîşa ewil e ku bi moşekan va ha kirin.

Merasima vekirina vê santralê hefta borî ji hêla Serokwezîr Mistefa el Kazimî va hatibû kirin.

Kesî berpirsyariya êrîşê hilneda ser xwe.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE