Li Iraqê înternet hat sekinandin

Li Bexdaya paytextê Iraqê û bajarên li navîn û başûrê welêt xizmeta înternet hat sekinandin.

Li Iraqê înternet hat sekinandin

Li Iraqa protestoyên li dijî hikûmetê dewam dikin li Bexdaya paytext û bajarên li navîn û başûrê welêt xizmeta înternet nayê dayîn.

Wekî mayîn li Bexdayê hêzên ewlekariyê Pireya Ehrarê ya ji 3 pireyên derdikevin Herêma Kesk yek e bi barîtyerên beton girtin. Li paytextê pireyên Cumhuriyet û Sînekê bi rojan e ji ber çalakiyan hatibûn girtin.

Hêzên ewlekariyê bi fîşengên rastî midaxeleyî çalakvanan dikin û dengê guleyan ji gelek herêmênpaytextê tê bihîstin. 

- Protestoyên li Iraqê

Li Iraqê li dijî bêkarî, gendelî û kêmasiya xizmetên dewletê li gelek herêman protesto tên lidarxistin. Çalakvanên di 1ê cotmehê da dest bi protestoyan kirin, ji ber merasimên Erbeînê navber dabûn çalakiyan û di 25ê cotmehê da dîsa dest bi çalakiyan kiribûn.

Di çalakiyên li gelek ciyên welêt hatin kirin da ji serê cotmehê vir da herî kêm 200 kes hatin kuştin û kêmzêde 8 hezar kes jî birîndar bûn.

Neteweyên Yekbûyî jî diyar kiribû ku ji destpêka çalakiyan vir da 229 çalakvan hatin kuştin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE