Li Iraqê ofîsên 13 têlevîzyon û radyoyan hatin girtin

Komîsyona Ragihandin û Medyayê ya Neteweyî biryar da ku ofîsên 8 kanalên peykê û 5 radyo werin girtin, ji 5 kanalên peykê ra jî hişyarî şand.

Li Iraqê ofîsên 13 têlevîzyon û radyoyan hatin girtin

Komîsyona Ragihandin û Medyayê ya Neteweyî ya Iraqê bi hinceta ku "rêgezên xebata pîşeyî binpê kirin" biryar da ku ofîsên 8 kanalên peykê û 5 radyo werin girtin, ji 5 kanalên peykê ra jî hişyarî şand.

Lijneya Rêvebiriyê ya Komîsyonê pêncşemê civiya û kanala El-Hadesa ku navenda wê li Erebistana Siûdî ye, Anba ku navenda wê li Lubnanê ye, NRTya ku navenda wê li Herêma Kurdistana Iraqê ye jî di nav da biryar da ku, ofîsên kanalên têlevîzyonê yên Dicle, Eş-Şarqiyye, El-Fellûce, Er-Raşid û "Ev Der Bexda Ye" ji bo 3 mehan werin girtin. 

Her wiha komîsyonê biryara girtina ofîsên radyoya "El-Hurra Iraq" ku navenda wê li Amerîkayê ye, "Sava" û radyoyên herêmî "Radyo en-Nas", "Îro" û "Nava"yê jî da.

Li Iraqê Cemiyeta Parêzkariyê ya Azadiya Çapemeniyê daxuyand ku ev biryara komîsyonê wek "tevgera dîkta" pênase kir û ya ku hat kirin merivan dixe fikareke mezin.

Cemiyetê daxuyanî weşand û got ku biryarên hatine dayîn dijî qanûn û qanûna bingehîn e, lewra di qanûnan da garantiya çapemenî û ragihandinê heye. 

Cemiyetê bangî Parlamentoya Iraqê kir ku ev biryarên ku endamên Komîsyona Ragihandin û Medyayê ya Neteweyî dane, keyfî ne û divê ev tevgera keyfî were pirsyarkirin.

Her wiha cemiyetê ji lijneya wezîran xwest ku van biryaran betal bikin, dawiyê li derxistina "biryarên ku devan digrin" bînin.

AA

Dîroka nûkirinê: 28 Mijdar 2019, 17:39
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE