Li Iraqê operasyona dijî DEAŞê: 9 kuştî

Li Iraqê operasyona dijî DEAŞê: 9 kuştî

Li Diyalaya bajarê Iraqê di operasyona esmanî ya dijî DEAŞa rêxistina terorê da 9 endamên rêxistinê hatin kuştin.

Di daxuyaniya nivîskî ya Hucreya Medyayê ya Ewlehiyê ya girêdayî Wezareta Parastinê da hat gotin komên terorê yên li navçeya Uzaymê êrîşî hêzên artêşê kiribûn hatin tesbîtkirin.

Hat gotin balafirên şer ên F-16yê yên Iraqê li herêmê sê êrîş kirin û 9 endamên DEAŞê hatin kuştin. 

Îstixbarata Eskerî ya Iraqê li ser hesabê xwe yê Facebookê daxuyand ji 9 DEAŞiyên hatin kuştin jê 4 Lubnanî ne.

DEAŞa rêxistina terorê di 21ê çileya paşîn li bajaroka Uzaymê ya li ser bajarê DIyalayê êrîşî hêzên artêşê kiribû, 11 esker hatibûn kuştin.

Di demên dawîn da DEAŞê li rojhilat û bakurê Iraqê êrîşên xwe yên dijî esker û sivîlan zêde kir.

Ji bo endamên rêxistina terorê bên şopandin hêzên Iraqê her tim operasyonan dikin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE