Li Iraqê partiyên siyasî 45 roj dem dan hikûmetê ku ew reforman bike

Li Iraqê partiyên siyasî 45 roj dem dan hikûmetê ku ew reforman bike, heke neke jî ewê hilbijartina pêşwext îlan bikin

Li Iraqê partiyên siyasî 45 roj dem dan hikûmetê ku ew reforman bike

Partiyên siyasî yên Meclisa Iraqê daxuyandin heke hikûmet di nav 45 rojan da reformên di nav da daxwazên xwepêşandêran jî hene neke ewê raya pêbaweriyê paşve bikşînin û biryara hilbijartina pêşwext îlan bikin.

Duh şev dereng li Bexdayê nûnerên Fetih, Nasir, Koalîsyonên Dewleta Qanûnê, partiyên Suniyan û Kurdan û nûnerên Eniya Tirkmenên Iraqê li avahiyê partiya Ammar El Hekîmê serokê Tevgera Hikmetê ya Neteweyî hatin bal hevdu û li ser daxwazên xwepêşandêran axivîn.

Di daxuyaniya wan a hevpar da hat gotin divê di mijarên wek nûkirina kabîneyê, wezîfedarkirinên ji dûrî hizibcîtiyê, endamên komîsertiya hilbijartinê divê ji kesên serbixwe bên hilbijartin û qanûna hilbijartina nû da reform bên kirin.

Hat gotin ji bo van reforman 45 roj dem ji hikûmetê û Serokwezîr Adil Ebdulmehdî ra hatiye dayîn.

Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Heke Meclis û hikûmet van reforman di nav vê demê da neke, raya pêbaweriyê wê ji paşve bê kişandin û biryara hilbijartina pêşwext wê bê îlankirin."AA

Dîroka nûkirinê: 19 Mijdar 2019, 17:56
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE