Li Iraqê hêk di serî de ji bo gelek berhemên xurekî biryara qedexeya îtxalatê hat dayîn. ji ber vê yekê jî bihayê berheman zêde bû, bû 2 qat û gelê Iraqê di nav fikarê de ye.
Li Iraqê rêveberiya navendî ji bo berhemên xurekî biryara qedexeya îtxalatê da.
Ev biryar di serê vê mehê de hat sepandin û ev sepan dewam dike.
Biryara qedexeya îtxalatê herî zêde zirar da sektora hêkan a Tirkiyeyê.
Di nav dewletê ku herî zêde berhemên xurekî dişînin Iraqê, Tirkiye di serî de tê.
Ji bo rakirina vê qedexeyê hewlên dîplomatîk tên dayîn, lê hêj encameke erênî nîn e.
Sefîrê Bexdayê Fatih Yildiz: Hinceta Iraqê jî ew e ku ew dixwazin veberdêrên welatê xwe biparêzin, bazirganiya wan bi pêş bikeve. Em hurmetê nîşanî vê yekê didin, belê divê veberdêrên wan bi pêş bikevin. Lê em dixwazin ku ev qedexe rabe. Kapasîteya veberdêrên Iraqê bi tenê dikare ji sedî 45 û 50yê hewcedariyan temîn bike.
Biryara Hikûmeta Iraqê ya ji bo berhemên din jî wê di meha tebaxê de bê sepandin.