Li Silêmaniya bajarê Iraqê li gor îdiayê Amanc Babaniyê spîker û pêşkêşvanê bernameyê yê NRT TVyê duh rastî êrîşa çekdar hat, lê derket holê ku Babanî piştî ku jin û zarokê xwe kuşt, întihar kir.
Midûrê Polêsên Silêmaniyê Aso Taha civîna çapemeniyê li dar xist û diyar kir, li gor tiba edlî û tedqîqê hat tesbîtkirin ku Babanî întihar kiriye.
Taha diyar kir ku di wesayîta xwe da bi sîlahê jin û zaroka xwe kuşt û paşê întihar kir û wiha dewam kir, "Bûyer di wesayîtê da qewimiye. Ji derva va tu gule li erebeyê neketine. Bûyer ji ber pirsgirêka malbatî bûye û doza hevberdana herduyan dewam dikir."
Taha diyar kir ku ji bo bûyerê heta niha tu gilîdarbûn çênebû û tedqîq dewam dikin.
Duh di nûçeyên medyay herêmî da hatibû îdiakirin ku Babanî bi jin û zaroka xwe va li nêzî termînala otobêsan rastî êrîşa çekdar hat.
NRT TV li Herêma Kurdistana Iraqê wisa tê zanîn ku nêzî Tevgera Nifşa Nû ye.AA