Li Iraqê êrîşa bi moşekan

Di êrîşa li ser Baregeha Leşkerî ya Taciyê de 3 kes mirin

Li Iraqê êrîşa bi moşekan

Li Iraqê rageşî dewam dike. Li Bexdayê, bi moşekan êrîşî baregeha leşkerî ya taciyê kirin. Di baregehê de leşkerên Emerîkayê hebûn. Di êrîşê de 2 personelên emerîkî û personelekê îngilistanî, bi tevahî 3 kesan jiyan xwe ji dest da. Piştî êrîşê koalîsyona bi pêşengiya Emerîkayê jî li sûriyê li hedefên Îranê da.

Derbarê êrîşê de daxuyanî hat dayîn.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku bi 18 moşekên katyuşayê êrîşî baregehê kirine.

Di êrîşê de personelekî Îngilistanî û 2 jî yên Emerîkî jiyana xwe ji dest da.

Herî kêm 12 kes jî birîndar bûn.

Piştî êrîşê balafirên şer ên Koalîsyona li dijî DEAŞ’ê, li Sûriyê 3 hedefên leşkerî yên Îranê dan.

Baregeha Îmam Alî ya li navçeya Bukemalê û baregehên leşkerî yên li herêma Hîzamê hatin bombekirin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE