Li Iraqê êrîşa DEAŞê: 2 mirî

Mehdî Taqiyê endamê Komisyona Ewlekariya Meclisa Selahedînê daxuyanî da û diyar kir ku endamên DEAŞa rêxistina terorê li Duceyilê êrîşî ciyê kontrolê kirin û di êrîşê da 2 esker hatin kuştin.

Li Iraqê êrîşa DEAŞê: 2 mirî

 Li Duceyila navçeya Selahedîna wîlayeta Iraqê di êrîşa endamên DEAŞa rêxistina terorê da 2 kes hatin kuştin.

Mehdî Taqiyê endamê Komisyona Ewlekariya Meclisa Selahedînê daxuyanî da û diyar kir ku endamên DEAŞa rêxistina terorê li Duceyilê êrîşî ciyê kontrolê kirin û di êrîşê da 2 esker hatin kuştin.

Taqî destnîşan kir ku terorîst piştî êrîşê bi lez ji herêmê revîn, operasyona dan destpêkirin da ku kiryaran bigrin.

DEAŞê di hezîrana 2014an da tevahiyê wîlayetên Mûsil, Selahedîn û Enbarê, qismekî Diyala û Kerkûkê zeft kiribû, di nav salan da ev herêman ji rêxistinê hatibûn xilaskirin. Heyder Ebadiyê Serokwezîrê Iraqê yê berê di 9ê berfanbara 2017an da diyar kiribû ku li dijî rêxistinê bi ser ketin.

Herêm ji DEAŞê hat xilaskirin û 3 sal e bajar û bajarok hatin xilaskirin ligel vê rêxistin li der û dorê Kerkûk, Diyala, Mûsil, Selahedîn û Enbarê êrîşên xwe didomîne.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE