Li Iraqê êrîşa DEAŞê: 3 kuştî, 2 birîndar

Midûrê Ewlekariya Tûzxurmatûyê Huseyîn Elî di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku mensûbên DEAŞê li herêma Palkanayê êrîşî hêza midaxeleya bilez kirin, pevçûn derket û di encamê da ji hêza midaxeleya bilez 3 kes hatin kuştin, 2 kes jî birîndar bûn.

Li Iraqê êrîşa DEAŞê: 3 kuştî, 2 birîndar

 Li Iraqê li rojhilatê başûrê Tûzxurmatûya navçeya Selahedînê di êrîşa rêxistina terorê DEAŞê da 3 kes hatin kuştin, 2 kes jî birîndar bûn.

Midûrê Ewlekariya Tûzxurmatûyê Huseyîn Elî di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku mensûbên DEAŞê li herêma Palkanayê êrîşî hêza midaxeleya bilez kirin, pevçûn derket û di encamê da ji hêza midaxeleya bilez 3 kes hatin kuştin, 2 kes jî birîndar bûn.

Elî diyar kir ku piştî êrîşî demildest li herêmê operasyon hat destpêkirin.

Rêxistina terorê DEAŞê di hezîrana sala 2014an da wîlayeta Mûsilê û paşê jî Selahaddîn û Enbar hildabû bin kontrola xwe, lê hêzên ewlehiyê di sala 2017an da li piraniya wan deran bi ser ketin û ji destê DEAŞê rizgar kirin.

Serokwezîrê berê yê Iraqê Heyder el-Ebadî di berfanbara sala 2017an da gotibû ku ji hêla eskerî va dawî li DEAŞê hat û ew qediyan.

Digel ku 3 sal di ser ra derbas bûye ku DEAŞ ji herêmê hat derxistin û bajar hatin vegerandin, lê rêxistin hê jî li herêmên çol û çiyayî yên parêzgehên navborî êrîşên xwe didomîne.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE