Li Iraqê êrîşa DEAŞê: 4 birîndar

Şammarî got ku di êrîşa bibombe da 4 sivîl birîndar bûn, piştî bûyerê li herêmê operasyonê dest pê kir.

Li Iraqê êrîşa DEAŞê: 4 birîndar

DEAŞa rêxistina terorê li devera çiyayî ya Diyalaya bajarê Iraqê bi bombeyan êrîş kir û 4 sivîl birîndar bûn.

Ji Midûriya Asayîşa Diyalayê Serpel Hebîb eş-Şammarî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku terorîstên DEAŞî nêzî bajaroka Celewlayê ya ser Diyalayê teqemeniya ku li kêleka rê wek defik danî, ji dûr va bi qumandoyê teqand.

Şammarî got ku di êrîşa bibombe da 4 sivîl birîndar bûn, piştî bûyerê li herêmê operasyonê dest pê kir.

Li Iraqê hebûna DEAŞê

DEAŞa rêxistina terorê di 10ê Hezîrana sala 2014an da wîlayeta Mûsilê û paşê jî Selahaddîn û Enbarê hildabû bin kontrola xwe lê hêzên ewlehiyê di sala 2017an da li piraniya wan deran bi ser ketin û ji destê DEAŞê rizgar kirin.

Serokwezîrê berê yê Iraqê Heyder el-Ebadî di 9ê Berfanbara 2017an da gotibû ku ji hêla eskerî va dawî li DEAŞê hat û ew qediyan. Lê digel vê DEAŞ bi taybetî jî li herêmên gundewar ên Selahaddîn, Kerkûk, Enbar, Diyala û Mûsilê êrîşan didomîne.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE