Li Iraqê êrîşa DEAŞ'ê

Li bajarên Kerkûk û Diyalaya di êrîşên DEAŞê da 3 kes mirin û 6 kes jî birîndar bûn

Li Iraqê êrîşa DEAŞ'ê

Li Kerkûk û Diyalaya bajarên Iraqê di êrîşên DEAŞa rêxistina terorê da jê yek polês 3 kes mirin û 6 kes jî birîndar bûn.

Yuzbaşî Hemîd el-Abidiyê li Midûriya Ewlehiya Kerkûkê wezîfedar e ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand milîtanên DEAŞê li bajaroka El Ebbasî ya li ser navçeya El Havîceyê ya ku 55 kîlomêtro rojavayê başûrê Kerkûkê ye êrîşeke biçek kirin. Di êrîşê da polêsek û sivîlek 2 kes mirin, sivîlek jî birîndar bû.

Abidî got heta ku hêzên ewlehiyê gihîştin cihê bûyerê êrîşkar reviyan.

Ji hêla din yuzbaşî Hebîb eş-Şemriyê li Midûriya Ewlehiya Diyalayê wezîfedar e jî got teqemeniya ku ji hêla milîtanên DEAŞê va li Ez Zura herêma rojavayê bakurê Diyalayê li ser rê hatibû bicihkirin teqiya. 

Şemrî got di teqînê da ji hêzên Haşdî Şebî kesek mir û 5 kes jî birîndar bûn.

Serokwezîrê Iraqê Heyder el-Ebadî di Çileya Pêşîn a 2017an de daxuyandibû hebûna eskerî ya DEAŞê ya ku 3 sal in dewam dikire êdî li Iraqê ji holê rabûye. Lê hucreyên veşartî yên rêxistinê hin caran li hin deveran êrîşên terorê dikin.

AA

Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE