Li Iraqê êrîşa DEAŞê: Kuştiyek, 2 birîndar

Elî Kemalê Midûrê Polêsên Kerkûkê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku bombeya li pireya di navbera navçeyên Zap û Dibîsê yên li başûrê Kerkukê da hatibû bicîkirin hat teqandin.

Li Iraqê êrîşa DEAŞê: Kuştiyek, 2 birîndar

 Li Kerkûka wîlayeta Iraqê di encama teqandina bombeya milîtanên DEAŞa rêxistina terorê berê bi cî kiribûn da kesek mir û 2 kes birîndar bûn.

Elî Kemalê Midûrê Polêsên Kerkûkê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku bombeya li pireya di navbera navçeyên Zap û Dibîsê yên li başûrê Kerkukê da hatibû bicîkirin hat teqandin.

Kemal destnîşan kir ku di encama teqîna bombeya terorîstan bi cî kiribûn da sivîlek hat kuştin û 2 sivîl jî birîndar bûn.

Meqamên fermî yên Iraqê di daxuyaniya berfenbara 2017an da diyar kiribûn ku erdên xwe ji destê DEAŞê xilas kirin.

Rêxistina terorê ya şaxên wê yên di xewê da hene di navbera Selahedîn, Kerkûk û Diyalayê da li herêma jê ra dibêjin "Sêparsûya Mirinê" carcaran êrîşên terorê dike.

AA

Dîroka nûkirinê: 04 Kanûn 2019, 17:21
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE