Li Selahadîna wîlayeta Iraqê bi 4 moşekên li der û dora Baregeha Eskerî ya Beledê ketin va êrîş hat kirin.
Li baregehê eskerên bipeyman ên Amerîkayê û yên biyanî hene.
Di daxuyaniya Tora Medyaya Ewlehiyê ya girêdayî hikûmeta Iraqê da wiha hat gotin: "Bi 4 moşekên avêtin dora Baregeha Eskerî ya Beledê ku balafirên Iraqê yên li hemberî terorê têdikoşin tê da ne, êrîş hat kirin."
Hat ragihandin ku di êrîşê da zirareke madî çênebû û tiştek bi kesî nehat.
Nehat gotin ku êrîş ji alî kê va hatiye kirin.
Baregeha Eskerî ya Beledê berê jî rastî êrîşên wiha hatibû.
AA