Koma Sedr ya girêdayî Muqteda Sedrê pêşengê Şiî ku di hilbijartina li Iraqê da bi ser ket, biryar da ku mizakereyên ji bona avakirina hikûmetê bidin sekinandin û hilbijartina serokomar ya li Meclisê boykot bikin.
Hesen Azariyê Serokê Koma Meclisê ya Tevgera Sedr di daxuyaniya çapemeniyê da wiha got, "Li gor telîmatên Muqteda Sedrê pêşengê me biryar hatiye dayîn ku bi hemû komên siyasî ra mizakereyên ji bona avakirina hikûmetê bidin sekinandin."
Azarî destnîşan kir ku wê rûniştina hilbijartina serokomar ya di 7ê Sibatê da li Meclisê bê kirin boykot bikin.
Tevgera Sedr ya Şiî ku bi helwesta xwe ya dûrî Îranê tê zanîn 10ê Cotmeha 2021ê da di hilbijartinên giştî da 73 parlementer derxistibû û di Meclisa ku ji 329 parlamenteran pêk tê da bûbû partiya yekem.
Sedr bi taybetî bi Partiya Demokrat ya Kurdistanê (PDK) û Suniyan ra mizakereyên avakirina hikûmetê dimeşand.AA