Li Iraqê şewat: 6 kes di şewatê de mirin

6 jin di şewatê de mirin û gelek jin jî hindik mabûn ku bixeniqin.

Li Iraqê şewat: 6 kes di şewatê de mirin

Li Bexdaya paytextê Iraqê li penageheke ku bêmal lê bin çavdêriyê de bûn di xirecira ku çêbû û şewata ku pişt re derket de li gor tespîtên ewil 6 jin mirin.

Komîser Ehmed Xelefê ku ji nûçegihanê AAyê re axivî û got ku di penageha taybet a jinên bêmal de ji ber sedemeke hêj nayê zanîn pêşî xirecir pişt re jî şewat derket.

Xelef diyar kir ku ji jinan 6 jin di şewatê de mirin û gelek jin jî hindik mabûn ku bixeniqin.

Xelef diyar kir ku ekîbên parastina sivîl û arîkariya ewil hatin cihê bûyerê û der barê bûyerê de lêpirsîna acîl hat destpêkirin.

Hêzên ewlehiyê yên Iraqê kesên ku li kolanan dijîn ji bo ku di bin çavdêriyê de bigirin berhev dikin û sewqî penagehên girêdayî Wezareta Xebat û Karên Civakî dike.

Dîroka nûkirinê: 05 Çile 2019, 11:07
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE