Li Iraqê şewata li nexweşxaneyê: hejmara miriyan gihîşt 41an

Hejmara kesên ku di şewata li nexweşxaneya Kovîd-19ê ya li Iraqê da mirin, derket 41an

Li Iraqê şewata li nexweşxaneyê: hejmara miriyan gihîşt 41an

 Hat ragihandin ku hejmara kesên ku di şewata li nexweşxaneya cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) ya li Iraqê da mirin, gihîşt 41an.

Li gor daxuyaniya nivîskî ya ku ji Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê hat dayîn, li wîlayeta Zîqarê agir bi Nexweşxaneya Îmam Husên a ku nexweşên Kovîd-19ê lê tên dermankirin ket û 5 kesên din jî di şewatê da mirin.

Li gor daxuyaniyê 41 kes di şewatê da mirin, hat gotin ku agir ji ber bikaranîna xelet a tupên oksîjenê derketiye.

Ekîbên parastina sivîlan daxuyanî da û diyar kir ekîbên îtfaiyeyê agir hildaye binê kontrolê.

Di daxuyaniya beriya ya dawîn da hatibû gotin ku di şewatê da 36 kes mirin, 5 kes birîndar bûn.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE