Li Iraqê şêranî û şerbetên meha remezanê

Li Hewlêrê di dikana şerbetfiroş Hecî Îdris Melazade da gelek berhemên ku fêkiyan dihundirînin tên pêşandan.

Li Iraqê şêranî û şerbetên meha remezanê

Li Iraqê yek ji tamên sereke yên sifreyên fitarê şêranî û her wiha şerbet in ku ji fêkiyên cuda tên çêkirin.

Li Iraqê mîna hemû salan îsal jî bi hatina meha remezanê va firotina şêranî û şerbetan zêde bû.

Di meha remezanê da ji şêraniyan nexasim digel xurme û loqmeyê peqlewe tên tercihkirin, dîsa şerbetên fêkiyan jî pir tên vexwarin.

10 cure şerbetên fêkiyan hene

Li Hewlêrê di dikana şerbetfiroş Hecî Îdris Melazade da gelek berhemên ku fêkiyan dihundirînin tên pêşandan.

Melazade diyar kir ku ji zû va ye ew vewarinên cemidî hildiberîne û firotin jî nexasim di mehên havînê da zêde dibe.

Melazade bal kişand ku şerbet di meha remezanê da bêtir tê tercihkirin û wiha got, "Li vir porteqal, leymûn û qawûn di serî da 10 cure şerbet hene. Ji aliyekî din va ji ber Kovîd-19ê krîzekê rû da û lewma jî firotana me li gorî salên berê ne baş e."

Rêbiwar Omer Reşîdê ku li Silêmaniyê 10 sal e şêraniyan difiroşe jî diyar kir ku di meha remezanê da karê wan zêde dibe û wiha got, "Sîparîşên ku welatî û kargeh di vê mehê da didin ji ya şeş mehan zêdetir e."

Reşîd bal kişand ku ew sibehê zû dest bi çêkirina şêraniyan dikin û heya berêvarê dewam dikin.

Şêranîfiroşê ji Silêmaniyê bal kişand ku nexasim şêraniyên wan ên ji fêkiyan tên tercihkirin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE