Li Iraqê talûkeya hişkesaliyê

Baran kêm hat, cotkar ji rewşa xwe ne qayîl in

Li Iraqê talûkeya hişkesaliyê

Li Iraqê îsal baran kêm hat. Mehsûlên cotkaran jî li gorî vê kêm bûn. Ji ber ku mehsûl kêm e bihayê ce û genim ji sedî 50 zêde bû. Li herêma kurdan jî wezaretê komîsyona krîzê ava kir.

Li Iraqê îsal baran kêm hat.

Hin cotkaran ji bîran av peyda kir û zeviyên xwe wisa avdan. Lê kesên ku nikarin avê peyda bikin ketin metirsiyê.

Ji ber ku baran kêm bû mehsûl jî kêm bû.

Bihayê ce û genim ji niha ve ji sedî 50 zêde bû.

Berdevkê Çavkaniyên Av û Çandiniyê yê Herêma Kurdan Husen Heme Kerim got, di bin banê wezaretê de komîsyonek hatiye avakirin.

Cotkar jî mexdûr in. Cotkar dixwazin hikûmet pitşgiriyê bide wan.

Bazirgan jî dibêjin ji niha ve bihayên xurekan ji sedî 50 zêde bûne.

Li Iraqê niha çav li ser Tirkiyê ne. Lewra berhemên ku ji Türkiyeyê tên îthalkirin erzan û biqalîte ne.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE