Li Iraqê tesîra rewşa aboriyê ya li ser piyaseya qurbanê

Li bazarên heywanên qurbanê yên li dewrûbera bajarê Hewlêrê jî pez û dewarên ji bo qurbanê li benda kiriyaran in. Lêbelê li van bazaran hêştirên qurbanê gelekî balê dikişînin.

Li Iraqê tesîra rewşa aboriyê ya li ser piyaseya qurbanê

Li Iraqê ligel ku ji Eyda Qurbanê ra çend roj maye, lêbelê ji ber pirsgirêkên aboriyê yên ku ji ber têkoşîna dijî terorê rû didin, liv û tevgera bazarên heywanên qurbanê ne di wê astê da ye ku dihat pêşbînîkirin.

Welatiyên Iraqî destnîşan kirin, ligel ku ji Eyda Qurbanê ra çend roj mane jî lêbelê ji ber qeyrana aboriyê û ji ber ku hêza mirovan a kirînê lawaz bûye û herwiha bihayê qurbanan jî zêdetir bûye, liv û tevgera bazaran ne wekî ya salên çûyî çalak e.

Hecî Ednan Temîmî ku li paytext Bexdayê li bazara heywanan a li rojhilatê bajêr li bendê ye ku heywanên wî bên firotan, gazinc ji wê yekê kir ku hêza kirînê ya mirovan lawaz bûye û di ser da jî bihayên qurbanan zêde bûye û wiha axivî, "Li welatê me ku teze ji şerê dijî DEAŞê derketiye, ji ber qeyrana aboriyê piyaseya firotina heywanên qurbanê ne baş e." 

Temîmî diyar kir ku li Bexdayê pez di navbera 200 û 350 dolarî da, dewar jî di navbera hezar û 200 û 3 hezar dolarî da tên firotin.

Bazarên heywanan ên li Hewlêrê li gorî salên çûyî ne çalak in

Li bazarên heywanên qurbanê yên li dewrûbera bajarê Hewlêrê jî pez û dewarên ji bo qurbanê li benda kiriyaran in. Lêbelê li van bazaran hêştirên qurbanê gelekî balê dikişînin.

Firoşkarê heywanên qurbanê Nûredîn Surçî diyar kir ku ji bo qurbanê dewar bêtir tên tercihkirin, lêbelê bazar bi qasî salên çûyî şên nîne û wiha dewam kir, "Li gorî sala çûyî liv û tevgera bazarê ne li gorî wê astê ye ku me pêşbînî dikir. Dewar qedera bi hezar û 100 û hezar û 700 dolarî, pez jî derdora 150 û 300 dolarî diçin. Hêştirên qurbanê jî nêzîkî 2 hezar dolarî tên firotan."

 "Li Kerkûkê bihayê qurbanan li gorî sala çûyî zêdetir in" 

Li bazara nêzîkî bajarokê Tazexurmatû yê Kerkûkê, pez di navbera 150 û 600 dolarî da, dewar jî di navbera 900 û 3 hezar dolarî da tên firotan.

Taha Cewadê Kerkûkî ku hatiye bazarê da ku qurbanekê bikire, wiha axivî, "Li Kerkûkê bihayên qurbanan li gorî sala çûyî zêdetir in. Ji ber vê çendê însan li gorî derfetên xwe qurbanê hildibijêrin."AA

Dîroka nûkirinê: 08 Tebax 2019, 17:55
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE