Li Iraqê tevdîrên ji bo vîrûsa koronayê

Li Iraqê mizgeft hatin girtin,doh cara ewil nimêja Înê nehat kirin

Li Iraqê tevdîrên ji bo vîrûsa koronayê

Li Iraqê tevdîrên ji bo vîrûsa koronayê tên zêdekirin. Di çarçoveya tevdîran de rêvebiriya Iraqê ji gel re dibêje ji cihên qerabalix dûr bisekinin. Her wiha ji bo ku mizgeft hatine girtin, doh cara ewil nimêja înê nehat kirin.

Li Iraqê ji ber koronavîrûsê 3 kes mirin, nêzî 40 kes jî di bin karantînayê de ne.

Ji bo vîrûs belav nebe Hikûmetê hin tevdîr standin.

Di çarçoveya tevdîran de tê gotin bila gel di mizgeftan de bi cemaetê re nimêj neke.

Li Iraqê doh cara ewil roja înê mizgeft vala bûn.

Hin kesan li ser vê biryarê bertek nîşan da.

Ji ber ku nikaribûn têkevin mizgeftan xelkê li ser riyan nimêj kir.

Tê texmînkirin ku qedexeya nimêja bi cimaetê re demeke din jî dewam bike.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE