Li Iraqê xalên gumrikê yên navxweyî hatin rakirin

Hat ragihandin ku li Iraqê xalên gumrikê yên navxweyî hatin rakirin

Li Iraqê xalên gumrikê yên navxweyî hatin rakirin

Hat ragihandin ku li Iraqê xalên gumrikê yên navxweyî hatin rakirin.

Midûrê Xala Gumrika Kerkûkê Cemal Hesen di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku wan dest bi bicihkirina biryara Lijneya Wezîran a Iraqê ya li ser hêsankariya çûn û hatina di navbera Herêma Kurdistanê û deverên din ên Iraqê da û herwiha rakirina astengiyan, kir.

Hesen diyar kir kir di vê çarçoveyê da li seranserê welêt hemû xalên gumrikê yên navxweyî hatin rakirin û herwiha ji niha û şûnda bi tenê dê li deriyên li ser sînorê welêt baca gumrikê were standin. Hesen bal kişand ku hemû xalên gumrikê yên di navbera Kerkû-Mûsil û Kerkûk-Herêma Kurdistanê da hatin rakirin.

Lijneya Wezîran a Iraqê di 21ê Mijdara 2018an da Herêma Kurdistanê jî di navê da biryar wergirtibû ku li hemû deriyên sînor ên welêt yek cure bac were standin.

Di navbera Iraq û Tirkiyeyê da deriyên sînor Xabûr û Uzumlu, di navbera Iraq û Îranê da jî Başmaq, Perwîzxan û Hecî Omeran hene.

AA

Dîroka nûkirinê: 19 Çile 2019, 11:18
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE