Li Iraqê xebatên avakirina hikûmetê hatin taloqkirin

Li Iraqê parlementoya ku ji bo avakiria hikûmeta nû rûniştina 2yemîn kir ji ber ku jimara parlementeran têrî nekir rûniştinê taloqê 15ê îlonê kir.

Li Iraqê xebatên avakirina hikûmetê hatin taloqkirin

Parlementoya Iraqê piştî ku duh rûniştina xwe ya ewil kir îro ji ber ku jimara parlementeran têrî nekir rûniştina din taloqî 15ê îlonê kir.

Li gor agahiyên ku nûçegihanên AAyê yên li parlementoyê ragihandin ji ber îxtilafên di navbera partiyên siyasî yên der barê koalîsyona herî mezin a ji bo avakirina hikûmetê di rûniştina parlementoyê ya ku îro hat kirin de şûna 165 parlementeran 85 parlementer beşdar bûn û ji ber vê rûniştinê taloqê 15ê îlonê kirin.

Li gor destûra bingehîn a Iraqê ji bo avakirina hikûmeta nû di rûniştina ewil a ku dê li parlementoyê bê kirin de divê ji suniyan serokê parlementoyê bihata hilbijartin. Li parlementoyê duh parlementeran sond xwarın, Serokomar Fûad Mesûm û Serokwezîr Heyder Ebadî axaftina vekirinê kirin û hilbijartina serokê parlementoyê taloqê îro hatibû kirin.

Li gor nûçeyên ku di çapemeniya herêmî ya li welêt derketin de hat îdiakirin ku ji bo serokê parlementoyê ya ku dê ji nav suniyan bê hilbijartin Waliyê Enbarê Mihemed Xalbûsî, Arîkarê Serokomar Ûsame Nûceyfî, Mihemed Tamîm, Reşîd Ezawî, Ehmed Cubûrî û Talal Zûbayî namzed in.

Dîroka nûkirinê: 05 îlon 2018, 09:34
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE