Li Iraqê xeleka qetlîamên rejima Beasê: Enfal

Li Iraqê xeleka qetlîamên rejima Beasê: Enfal

Di heyama Sedam Hiseynê serokê rejima Beasê yê ji text daxistî da li Diyala, Dihok, Hewlêr û Silêmaniye di nav 8 salan da bi navê Enfalê 182 hezar kes hatin kuştin û yan jî hatin windakirin.

Rejima Beasê navê Enfalê li qirkirin û tehcîrên xwe yên ku di navbera salên 1980 û 1988an da di 8 merheleyan da kiribû, danî.

Sedam di dema Şerê Îran-Iraqê da ji ber ku hêzên Pêşmerge li dijî wî şer dikirin li hemberî herêmên Kurd lê dijîn dest bi qetlîama Enfalê kir.

Li gor meqamên Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) di vê jenosîdê da 182 hezar kes yan hatin kuştin û yan jî hatin windakirin. Li Iraqê hersal 14ê Nîsanê salvegera fermana Enfalê tê hesibandin û merasimên bîranînê tên lidarxistin.

- 210 hezar Kurdên Şiî yên Feylî ji hemwelatîtiyê hatin derxistin

Li gor daneyên Wezareta Enfal û Şehîdan a HKIyê di 4ê Nîsana 1980î da 210 hezar Kurdên Şiî yên Feylî ji welatîtiya Iraqê hatin derxistin û sirgûnî Îranê hatin kirin.

Ji hêla din va li deverên curbecur 5 hezar kes di gorên komî da hatin veşartin. Ji ber zext û zilmê tê gotin ku nêzî 500 hezar Kurdên Feylî jî koçî Îranê kir.

Gundên herêma Barzanê ya li ser Hewlêrê di 31ê Tîrmeha 1983an da ji alî rejima Beasê va hatin hilweşandin û şêniyên li wan deran bi darê zorê di kampên li herêmên Herîr, Kuştepe û Baxirkayê hatin bicîkirin. Tê gotin ku di vê qetlîama li hemberî Barzaniyan da 8 hezar kes yan hatin kuştin û yan jî winda bûn.

Kronolojiya qetlîamên Enfalê yên ku rejima Beasê di sala 1988an da kirin wiha ye:

21ê Sibatê-18ê Adara 1988an: Li Geliyê Cafayetiya Silêmaniyeyê bi sedan mirov hatin kuştin.

22yê Adarê-1ê Nîsana 1988an: Gundên li herêma Qeredaxê ya Silêmaniyeyê hatin valakirin û çeka kîmyewî hatin bikaranîn.

31ê Adarê-18ê Nîsana 1988an: Qirqirinên li herêma Germiyana ser Diyalayê wek bûyerên herî mezin ên jenosîdê di qeydan da cî girtin.

20ê Nîsanê-5ê Gulana 1988an: Li Esker, Şîwan û Agaçlara herêmên Kerkûkê û Koysancaxa ser Hewlêrê di hedefa rejima Beasê da bûn.

24ê Gulanê-31ê Tebaxa 1988an: Navçeyên Şeqlewa û Rewandûzê yên li ser Hewlêrê ne bûn hedefa rejima Beasê.

Qirqirina dawîn a Enfalê di navbera 25ê Tebax û 6ê Îlona 1988an da li ser Zaxo, Amediye, Şêxan û Akreya navçeyên Dûhokê hat kirin.

- Di korên komî da hestiyên kesên di qirqirina Enfalê da hatine kuştin derketin

Li wîlayetên Enbar, Necef û Musennaya başûrê Iraqê dikevin gorên komî yên hatibûn tespîtkirin hatin vekirin û ji wan goran jî hestiyên hin kesên di qirqirina Enfalê da hatine kuştin derketibûn û ew bi merasim hatibûn definkirin.

Dadgeha Federal a Bilind ya Iraqê di Hezîrana 2007an da tevgera Enfalê wek "komkujî" qebûl kir û biryar da ku wê hikûmeta Iraqê tezmînatê bide malbata kesên di komkujiyê da hatine kuştin.

- Meclisa Iraqê jî wek "komkujî qebûl kir"

Di 14ê Nîsana 2008an da Meclisa Iraqê jî tevgera Enfalê wek komkujî qebûl kir û ji bo di qada navneteweyî da jî Enfal wek komkujî bê hesibandin biryar da ku bila xebat bên kirin.

Meclisa Iraqê di 14ê Nîsana 2017an da pêşnûmaya ku bila ev roj wek Roja Neteweyî ya Iraqê bê hesibandin, pesend kir.

Tevlî Meclisa Iraqê Norwêc, Swêd, Îngiltere û Koreya Bakur jî Enfal wek komkujî qebûl kir.

Li Silêmaniyeyê Qirkirina Enfalê hat bibîranîn

 Li Silêmaniya bajarê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) kesên di Qirqirina Enfalê ya ku 34 sal berê di heyama Sedam Hiseynê serokê rejima Beasê yê ji text daxistî da hatibûn kuştin, hatin bibîranîn.

Li Çemçemala navçeya Silêmaniyê li ber Bîrdariya Şehîdên Enfalê merasima bîranînê hat kirin, tevlî rayedaran xizmên kesên hatine kuştin û welatî beşdarî merasimê bûn.

Merasima bîranînê bi xwendina Quranê dest pê kir, ji bo kesên hatine kuştin rêz hat girtin û axaftin hatin kirin.

Qirkirina Enfalê

Rejima Beasê navê Enfalê li qirkirin û tehcîrên xwe yên ku di navbera salên 1980 û 1988an da di 8 merheleyan da kiribû, danîbû û bi qasî 182 hezar kes hatibûn kuştin û yan jî winda bûbûn.

Di Qirqirina Enfalê da li wîlayetên Silêmanî, Hewlêr, Kerkûk û Duhokê 4 hezar û 500 gund hatin şewitandin û gelek Kurdên wê herêmê ber bi bakur û rojhilat û welatên cîran Tirkiye û Îranê va reviyabûn.

Li Iraqê hersal 14ê Nîsanê salvegera fermana Enfalê tê hesibandin û merasimên bîranînê tên lidarxistin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE