Li Iraqê bi sedan kesên encamên hilbijartinê qebûl nakin, berî diyarbûna biryara darazê ya serîlêdana betalkirina encaman, rêya Herêma Kesk a li paytext Bexdayê girtin.
Li gorî agahiya ku ji çavkaniyên ewlekariyê hat wergirtin, bi sedan xwepêşandêrên girêdayî Hevpeymana Fethê ya Şîe û baskên siyasî yên Heşda Şabî berî biryara Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê ketin liv û tevgerê.
Qelebalixa ku ber bi Herêma Kesk nêzîk bû ya ku avahiyên hikûmetê û nûnertiyên mîsyonên biyanî lê ne, rê girtin.
Li hemberî îhtimala dibe ku xwepêşandêr biavêjin ser herêmê, yekîneyên eskerî yên zêdetir bo rêya derbasî Herêma Kesk dibe, hatin sewqkirin.
Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê îro dê bicive, îtiraza li ser encamên hilbijartinê binirxîne. Biryara ku dê dadgeh bide, dawî ye û rêya temyîzê tuneye.
Li Iraqê di hilbijartina giştî ya parlamenteriyê ya pêşwext a 10ê Cotmehê da Hevpeymana Fethê ya Şîe û baskên siyasî yên Heşda Şabî yên nêzîkî Îranê şikestineke mezin xwaribûn û lewma jî encamên hilbijartinê qebûl nakin.
AA