Li Iraqê xwepêşandêrên dijî hikûmetê li Meydana Tehrîrê kom bûn

Bi hezaran kesên ku li navenda Bexdayê kom bûn destnîşan kirin ku partiyên siyasî yên gendeliyê dikin naxwazin û daxwaza avakirina hikûmeteke serbixwe kirin.

Li Iraqê xwepêşandêrên dijî hikûmetê li Meydana Tehrîrê kom bûn

Li Bexdaya paytextê Iraqê bi hezaran kes ji bo ku hikûmetê protesto bikin li Meydana Tehrîrê hatin bal hev.

Bi hezaran kesên ku li navenda Bexdayê kom bûn destnîşan kirin ku partiyên siyasî yên gendeliyê dikin naxwazin û daxwaza avakirina hikûmeteke serbixwe kirin.

Ji xwepêşandêran komekê dirûşmeyên dijî Îranê berz kirin û komeke din jî dirûşmeyên "Ne Amerîka, ne jî Îran" berz kirin.

Di destê xwepêşandêrên Iraqî da dovîzên li serê "Em şer naxwazin, welat dixwazin" hebûn, xwepêşandêran bang kirin ku bila welêt ji ber rageşiya Amerîka û Îranê nebe sehaya pevçûnê.

Banga xwepêşandana bi milyonan

Li Iraqê di kampanyayên ku ji ser çapemeniya civakî tên kirin da ji bo îro banga "xwepêşandana bi milyonan beşdar" hatibû kirin.

Xwepêşandanên ku li welêt di 1ê cotmehê da ji ber bêkarî, gendelî û kêmasiya xizmetên kamuyê dest pê kirin di roja 100emîn da dewam dikin.AA

Dîroka nûkirinê: 11 Çile 2020, 17:32
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE