Adnan ez-Zurfiyê bi destê Berhem Salihê Serokomarê Iraqê ji bo avakirina hikûmeta teze hatibû wezîfedarkirin, wezîfe îade kir.
Zurfî li Bexdaya paytextê Iraqê civîna çapemeniyê li dar xist û diyar kir ku wezîfeya avakirina hikûmeta teze îade kir.
Zurfî destnîşan kir ku bernameya hikûmetê ya ji bo aboriyê pêş bixin, hêzên koalisyona dijî DEAŞê ji welêt vekişe û yekîneyên Iraqê werin hêzdarkirin berê eşkere kiribû û wiha pê da çû: "Ji bo parastina berjewendiyên Iraqê û yekîtiya welêt wezîfeyê îade dikim."
Salihê Serokomarê Iraqê Adnan Zurfiyê Waliyê Necefê yê berê di 17ê adarê ji bo avakirina hikûmeta teze wezîfedar kiribû.
Partiyên Şiî li dijî Zurfî derketibûn û li hev kiribûn ku di dewsa wî da Mistefa Kazimiyê Serokê Daîreya Îstixbarata Neteweyî wekî namzed pêşniyaz bikin.
Komên Sunî û Kurd jî diyar kiribûn ku piştgiriyê bidin Kazimî.
Li bendê ne ku Serokomar Salih wezîfeya avakirina hikûmeta teze bide Kazimî.