Li Iraqê encama hilbijartinê neguherî

Li Iraqê ji ber niqaş û îtirazan rayên di hilbijartinê da hatibûn dayîn bi destan hatin jimartin lê di rêza partiyan da li gor encama ewil tu guherîn pêk nehat.

Li Iraqê encama hilbijartinê neguherî

Li Iraqê ji ber niqaş û îtirazan rayên di hilbijartinê da hatibûn dayîn bi destan hatin jimartin lê di rêza partiyan da li gor encama ewil tu guherîn pêk nehat.

Lijneya Hilbijartinê ya Bilind a Serbixwe ya Iraqê ragihand ku li 13 bajaran encamên pergala elektronîk û encamên bi destan hatin jimartin wekî hev derketin.

Li gor vê Koalîsyona Saîrûnê ya girêdayî Muqteda Sadr bi 53 parlementerî va rêza xwe ya ewil parast. Koalîsyona Fetîhê ya ku bi piştevaniya komên Heşdî Şabiyê hatibû damezrandin jî di rêza duyemîn da cih digirt û cihê xwe parast. Berî hilbijartina rayan a bi desta ew xwedî 47 parlementeran bûn û di dawiyê da jimara parlementerên wan derket 48an lê rêza wan neguherî.

Koalîsyona Nasrê ya bi pêşengiya Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî jî bi 42 parlementerî di rêza xwe ya sêyemîn da ma.

Di daxuyaniya ku ji Lijneya Hilbijartinê ya Bilind a Serbixwe ya Iraqê hat dayîn da hat gotin ku ji ber îtirazan li bajarên Kerkûk, Hewlêr, Silêmaniye, Dîwaniye, Musenna, Necef, Babîl, Duhok, Diyala, Kerbela, Besra, Meysan û Wasitê careke din encamên hilbijartinê bi destan hatin jimartin, li wan deran tu guherîn pêk nehat lê li hin bajaran guherînên pir biçûk pêk hatin.

 


AA

Dîroka nûkirinê: 10 Tebax 2018, 10:08
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE